Endamên rêveber ên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Zeyd Sabit revandina nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve şermezar kir.
Di derbarê de mudirê Nivîsgeha Darayî ya Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Zeyd Sabit axivî û da zanîn ku armanca ji revandina nûnerê Rêveberiya Xweser derxistina fitne û nakokiyên di navbera Kurdan de ye.
Zeyd Sabit balkişand li ser pilanê dewleta Tirk ji vê yekê û got:
” Ji bilî derxistina fitinê plana Tirkiyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û têkbirina tevgera azadiyê ye ji lew re divê PDK’ê dev ji dijbertiya Rêveberiya Xweser berde.
Mudirê Nivîsgehê da zanîn ku PDK bi revandina Siyasetmederan ve qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike û bang li PDK’ê kir ku rewşa tenduristiyê ya nûnerê Rêveberiya Xweser eşkere bike..
Li ser revandina nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen re 70 roj derbas bû.