Di pêngava ewlekariyê de gelek sûcdar hatin girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di encama pêngaveke ewlekariyê de gelek sûcdar û kesên derveyî ku qanûnê kar dikirin girtin.

Têkildarî pêngavê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin:

”Di pêngavê de hejmareke mezin ji sûcdar, kesên ji derveyî qanûnê tev digerin, kesên ku şêniyên herêmê, gelê me dixapandin û mal û milkên wan desteser dikirin da ku ewlehiyê têk bibin, hatin girtin.

Ev kes dê li gorî qanûnan werin muhsabekirin da ku kiryarên ku zirarê digihîne civakên me bi dawî bibe. ”

Di dawiya daxuayaniyê de Fermandariya Giştî soza domandina parastina gel da.

Back to top button