Medyayên bi ser hikumeta Şamê ve îdîa kirin ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatiye

Doh bi şev gelek êrîşên asîmanî hatin ser paytexta Sûriyê Şamê, pergala parastina asîmanê ya hikumeta Şamê jî bersiva derbeyên asîmanî dan.

Dezgeyên çapemeniyê yên bi ser hikumeta Şamê ve ragihandin ku li Şamê û li Humsê gelek êrîşên asîmanî ji hêla başûrê rojhilatê Beyrûtê pêk hatin.

Li gorî SANA’yê, hêzên hikumeta Şamê bersiva piraniya êrişên asîmanî dan.

Medyayên bi ser hikumeta Şamê ve idîa dikin ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatiye.

Di der barê ziraran û encamên êrîşê de, tu agahî nehatiye parvekirin.

Back to top button