Li dijî polîtîkayên qirkirinê Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê hate avakirin

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ya ku dixwaze geşedanên li Kurdistanê, êrişên dagirker û komkujiyên li ser gelê Kurd ragihîne û rojevê çêbike, hate avakirin.

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê diyar kir ku ew di têkoşîna azadiyê de çepereke nû ava dikin.

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ya ku di nav de gelek siyasetmedar, çalakger û xebatkarên medyayê cih digirin hate avakirin.

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê diyar kir ku ew di têkoşîna azadiyê de çepereke nû ava dikin û wan bi navê Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê dest bi xwerêxistinê kirine.

Di peyama avakirinê ya Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê de ev tişt hate gotin:

“Medyaya Dîjîtal bi ermanca êrişên dagirker û komkujiyên li ser gelê Kurd ragihîne û rojevê çê bike hat ava kirin.

Meclîsa Medyaya Dîjîtal ji bo ku li hemberî derewên Modernîteya Kapîtalîst şer bike û tevî hemû hêzên şoreşger û demokrasiyê yên dinyayê bi hev re bimeşe, hatiye avakirin.

Em dengê medyaya dîjîtal a Tevgera Azadiyê ne ya ku li hemberî mêtingerî û faşîzmê şer dikin.

Em berdevkê medyaya dîjîtal têkoşîna ji bo azadiya Bakur, Başûr û Rojhilat in.

Rêya ku Şoreşa Rojava ji bo mirovayetiyê vekiriye wê bibe rêberê Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê.

Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wê rêya me ya li medyaya dîjîtal ronî bike.”

Meclisê di dawî de daxuyakirin ku ew dixwazin medyaya dîjîtal bikin platfomeke berxwedanê û meclisê bang hemû kurdan kir ku beşdarê vê platforma berxwedanê bibin.

Back to top button