Cibraîl Mistefa: Sîxurên Tirkiye û ENKS’ê dixwazin li Efrînê dagirkeriyê rewa bikin

Hiqûqnas Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS’ê li ser hesabê xwîna gelê Efrînê bazaran dike.

Têkildarî mijarê Cibraîl Mistefa axivî û anî ziman

”ENKS bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker koçberan teşwîq dike ku vegerin Efrîn û Serêkaniyê yên dagikirî.

Ev kiryar bi rêya medya sanal û hin sîxurên wê, ji wan endamên ENKSê pêk hat.

Sîxurên ku li ser fikirê xiyanetê yê ENKS’ê dimeşin hewl didin wan sûcan li pêş çavên civata navneteweyî rewa bikin.

Armanc ji van kiryaran ew da ku sivîl naçar bin, dev ji malên xwe berdin..”

CIBRAÎL MISTEFA: DIVÊ GELÊ ME LI HEMBER DEREW ENKS’Ê HIŞYAR BIN

Cibraîl Mistefa da zanîn ”Ku komployeke navneteweyî ya hevbeş di navbera Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê de heye.

Naveroka wê jî ew e ku koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê û malên kavilkirî de dimînin, vala bike.”

Hiqûqnas bang li koçberên Efrînê kir ku bi îdiayên derew ên ENKS’ê hişiyar bin.

Back to top button