Elî Urek: Dixwazin plana qirkirina Êzidiyan temam bikin

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Elî Urek, Berpirsê Peywendiyan ê Malbenda YNK’ê ya Mûsilê Xeyas Sûrçî û Welatiyên Koye derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser Şengalê bi yek helwestê diyar kirin ku dewleta Tirk, Hikumeta Iraq û PDK bi van êrîşan daxwaz dikin ku pilana xwe ya qirkirina gelê Êzidiyan pêk bînin.

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal dewam dikin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûd (Mexmûr) Elî Urek li ser êrîşên dewleta Tirk yên li dijî gelê Şengalê pêk tên ji Ajansa Rojnews’ê re nirxand.

Elî Urek got:

”Êrîşên dewleta Tirk li dijî Şengal êrîşek bê serûber e, ez tekez dikim ku ev êrîş bi pilankirinekê pêk tê.

Bê guman ev plan ji aliyê dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê ve hatine çêkirin.

Lê mixabin hinek aliyên kurdî jî hene destekê didin vê pilanê mînaka ber çev PDK dixwaze fermanan li ser gelê Şengal û bi teybet tevahî gelê Kurd bidin pêkanîn. ”

Niha dewleta Tirk, Iraq û PDK bi van êrîşên hov dixwazin plana xwe ya qirkirina Êzîdiyan temam bikin.”

Xeyas Sûrçî: Tirkiyê heya niha ji başîka yek gule neavêtiye DAIŞ’ê

Berpirsê Peywendiyan ê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê YNK ya Mûsilê Xeyas Sûrçî, têkildarî êrîşê axivî û da zanîn ”Ev êrîş ne tenê binpêkirina serweriya Iraqe ye, di heman demê de heqaret e.”

Welatiyên Koye : Ger hêzên navdewletî piştgiriyê nedin Tirkiyê, dê nikaribe êrîşan bike

Bi heman ermancê Şêniyên koyayê yê başûrê Kurdistanê jî nerînên xwe ji Ajansa Rojnews’ê re anîn ziman.

Welatî Casim Kuwêxa Ebdulrehman diyar kir Tirkiyaya dagirker li pey xewin û xeyalên ji nû ve avakirina dewleteke Osmanlî ye.

Li mixabin ne tenê ew dixwaze bi dagirkeriya Şengal re tevayî Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Li aliyekî din Amêrîka şewqa kesk da ye pêkanîna van kiriyarên dermirovî, ji ber vê yekê Tirkiya cesaret dike derbasî xaka başûr bibe.

Şênî Mardîn Hekîmî jî gotina pêşiyan bibîrxist û got: “Ger kurmê darê ne ji darê be zewalbûna darê nîne.

Ger hêzên navnetewî hevkariya dewleta Tirk nekin, we dewleta Tirk nikaribe bi ti hêzek din êrişê ser Kurdan û xaka wan bike.”

Back to top button