UNAMI: Divê lêkolîn dest pê bike û berpirs werin cezakirin-HAT NÛKIRIN

Komîsyona Alîkariyê ya NY a li Îraqê (UNAMI) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Şengalê de banga lêkolînê û cezakirina berpirsyaran kir.
Meclisa Xweser ya Şengalê jî bang li herkesî kir ku beşdarî meşa sibê bibin ya ku wê li dijî êrîşan were kirin.

16 Tebaxê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê de fermandarek û şervanekî YBŞ’ê şehîd bûn.

Piştî wê bi rojekê jî, di êrîşa li ser nexweşxaneya gundê Sikêniyê de 8 kes şehîd bûn.

Komîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbuyî (NY) a li Îraqê (UNAMI) bi daxuyaniyekê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Şengalê de banga lêkolînê û cezakirina berpirsyaran kir.

Komisiyonê di daxuyaniya xwe de got ku ew guhertinên ewlekariyê yên metirsîdar ên li Bakurê Iraqê, bi fikar temaşe dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Mixabin, li gundê Sikêniyê ziyanên canî yên mezin çêbûn.

Divê di zûtirîn demê de, der barê van êrîşên Tirkiyê de lêkolîn were kirin û berpirs bên cezakirin”.

MXDŞ’ê banga tevlêbûna meşa li dijî êrîşên li ser Şengalê kir

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê û planên dijî Şengalê, wê sibe meşek mezin li Şengalê were lidarxistin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand .

Meclîsê bal kişande li ser êrîşên vê dawiyê yên li dijî Şenalê û diyar kir planên fermanên nû li ser serê Êzidiyan tên gerandin û dixwazin bi gef, kuştin û komkujiyan îradeya civaka Êzidî teslîm bigirin.

Meclîsê bal kişande li ser Peymana 9’ê Cotmehê ya dagirkirina Şengalê jî û got,

“Dibêjin ku ewê Peymana 9’ê Cotmehê bi komkujiyan pêk bînin. Ev komkujî her çiqas bi destê dewleta tirk a dagirker hate kirin jî, PDK’ê, hikumeta Iraqê, Neteweyên Yekbuyî û Emerîkayê jî hevkarî û şirîkatî kirin.”

Meclisa Xwseriya Demokratîk a Şengalêê bang li herkesî kir ku sibe ji bo bîranîna şehîdan û soza tolhildana wan tevlî meşa girseyî bibin.

Back to top button