TEV-DEM: Divê hêzên navdewletî li dijî êrîşên li ser sivîlan bêdeng nemînin

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku dagirker bi van êrişan armanc dike ku vîna civakên berxwedêr û têkoşer bişikîne. Her wiha xebatkarên tenduristiyê yên Reqayê jî dan diyar kirin ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê berpirsên êrişa li ser nexweşxaneyê ye.

Ev demeke dewleta Tirk li Bakûr û Rojhilatê Sûrî êrîşên xwe li ser sivîlan zêdetir kiriye.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM li ser mijarê daxuyaniyek da û got ku di encama êrîşa dewleta Tirk ya li ser Zirganê û Til Temirê gelek kesên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Her wiha li Şehbayê jî bi awayekî domdar erebeyên sivîlan dike hedef û herêmê topbaran dike.

Dagirker armanc dike ku vîna civakên berxwedêr û têkoşer bişikîne.

TEV-DEMê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk nikare vîna vîna gelê herêmê bişkîne.

TEV-DEM di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî û dewletên Koalîsyona Navneteweyî yên têkildarî rewşa herêmê û Rûsyayê şermezar kir û bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyan kir da ku têkoşînê mezin bikin.

Têkildarî heman mijarê xebatkarên tenduristiyê yên Reqayê bi daxuyaniyekê êriş dewleta Tirk şermezar kirin.

Xebatkarên tenduristiyê yên Reqayê dan diyar kirin ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê berpirsên êrişa li ser nexweşxaneyê ye.

Xebatkaran bang li hêzên mezin mîna Rûsya û Amerîkayê kirin ku sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Li aliyekî din jî bi dehan endamên Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê jî di daxuyaniyekê de diyar kirin ku heya niha birîndar û şehîd ji bin ingazan nehatin derxistin.

Endamên Meclisa Tenduristiyê bang li dewletên têkildar kirin ku destwerdanên bikin û dijminahiya Tirkiyê ya ku rehmê nas nake, rawestîn

Back to top button