Meclisa leşkerî ya Til Temirê: Di êrişa hewayî de 4 şervanên me şehîd bûne

​​​​​​​Dewleta Tirkî ya dagirker, di vê dema dawî de, êrîşên xwe li ser herêmê zêde kirine. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê got ku ev demeke êrîşên dagirkeriyê ranewestiyane û duh jî 4 hevalên me şehîd kirin. Meclisa Minbicê, her wiha Meclisa Girê Spî ya Leşker anî ziman ku Tirkiyeya dagirker, bi her awayî êrîşî gund û navçeyan dikin û sivîlan dikin armanc.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê der barê êrîşa hewayî ya dagirkeriya Tirkî û şehîdkirina her 4 şervanan de, daxuyaniyek da.

Meclisê got:

“Dagirkeriya Tirkî ev hefteyek e bênavber êrîşan li dij Til Temir û gundên wê pêk tîne.

Bajarokê Zirganê yê girêdayî Til Temirê jî bênavber dide ber top û mûşekan.

19’ê Tebaxê 2021’ê, li hember navendeke Meclisê, artêşa Tirk êrîşeke hewayî pêk anî.

Di encama êrîşê de 4 hevalên me şehîd bûn, her wiha brîndarên me jî hene û ziyan gihaştiye malên gelek şêniyan.”

Meclisa Minbicê ya leşkerî: Tirkiye gundewarên bajêr topbaran dike

Mecilsa Minbicê ya Leşkerî jî eşkere kir ku artêşa Tirk û çeteyên xwe, ev heye çend roj gundê Kawkilî, Yalinlî û Hemrayê yên bakur-rojavayê Minbicê, her wiha gundê Um Edesê, Hoşeriyê, Cat û Toxara Biçûk armanc dikin.

Meclisê destnîşan kir ku 115 hawan bi ser gundewarên bajêr de hatine avêtin û got:

“Topek li çadira şivanekî ket û neteqiya.

Topeke din jî bû sedema telefbûna 9 mihan.

Artêşa Tirk ji baregehên xwe yên li gundê Şêx Nasir, Şiweyha û Toxara Mezin êrîşan dikin.

Me 2 hewldanên derbasbûna çeteyan, ku dixwest derbasî gundê Catê bibin, têk bir û 2 çete kuştin.

Şervanên Minbicê: Em ê rê nedin dagirkeran ku ewlahiya me têk bibin

Şervanên Meclisa Minbicê yên li gundê Ereb Hesen, dibêjin ew ê rê ndin ku dagirkerî û çeteyên xwe ewlehiya herêmê têk bibin.

Şervanan anî ziman ku ew ê rêya şehîdan berdewam bikin û nehêlin ku ziyan bihêje sivîlên herêmê.

Meclisa leşkerî ya Girê Spî: Dagirkeriyê gundê Evdiko yê biçûk topbaran kir

Li aliyekî din, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku dagirkeriyê gundê Evdiko yê Biçûk, bi çekên giran topbaran kir.

Di encamê de, leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.

Meclisê da zanîn ku wan bersiva êrîşan da û erebeyeke dagirkeriyê rûxand.

Li gor agahiyan, topbaran hêj berdewam e.

Dagirkeriyê gundê Birc Qosê û Meyasê yên Şêrawayê topbaran kirin

Li aliyekî din, dagirkeiryê di saetên vê sibehê de, gundê Birc Qosê û Meyasê yên navçeya Şêrawayê ya Efrînê topbaran kir.

Der barê ziyanan de, heya niha ti agahî bi dest neketine.

Back to top button