Gerîlayan li herêma Metîna li helîkopterê xistin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Gerîlayan li herêma Metînayê li helîkoptereke êrîşê ya dagirkeran xistin. HPG’ê diyar kir artêşa Tirk li dijî çeperên şer yên li qada Werxelê ya herêma Avaşînê careke din gaza kîmyewî bikaranîn.

Dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’ê Nîsanê ve êrîşê dibe ser başûrê Kurdistanê ji gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane derbên giran dixwe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li leşkerên Tirk yên dagirker xistin û ev agahî parve kir;

“17’ê Tebaxê li qada Qaşûra ya herêma Metîna liv û tevgera helîkoperan pêk hat.

Heman rojê helîkoperên ku xwestin derdora gundên Kêste û Hirorê yên bi ser navçeya Kanî Masî ya Amediyê û qadên Kela Qumriyê û Girê Şehîd Çiya bombebaran bikin ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin hedef girtin.

Derb li helîkopteran hate xistin û neçar man ji qadê vekişin.”

HPG’ê da zanîn 19’ê Tebaxê jî Gundê Şiyê yê bi ser bajaroka Dînartê yê girêdayî Akrê û derdora gundên Kêste û Hirorê yên Kanî Masî bi balafirên şer û hawanan hatin bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir heman rojê artêşa Tirk ya dagirker li hember çeperên şer yên qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi awayekî dijwar gaza kîmyewî bikaranî.

Hat gotin bi heman rengî çeperên şer yên li qada Girê Sor û Werxelê bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombebarankirin.

HPG’ê ragihand li qadên Mervanos, Banista, Tabûra Ereba, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman yên herêma Avaşînê liv û tevgera helîkopter û dronan dewam dike.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku Hezîrana 2021 li herêma Xerzanê ya bakurê Kurdistanê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.

Back to top button