PYD: Divê gelên herêmê li dijî êrîşan hevgirtina xwe xurt bikin

PYD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser herêmê da û bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî êrîşan şermezar kir.

PYD’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze sivîlan bitirsîne û fitneyê di navbera gelan de derxîne.

PYD’ê diyar kir dewleta Tirk bi van êrîşan pîvanên navnewewî û yên NATO’yê binpê dike û got,

“Êrîşên li ser Zirganê û Tiltemirê û hedefgirtina wesayîtên sivîlan nîşan dide ku dewleta Tirk ji ber aloziyên xwe yên hundirîn har buye.”

PYD’ê bang li gelên herêmê kir ku li dijî êrîş û planên derxistina fitne û tevliheviyê hevgirtin û rêxistiniya xwe xurt bikin

Her wiha PYD’ê bang li civata navnetewî û hêzên demokratîk kir ku piştgiriya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bikin û bang li NATO’yê jî kir ku rê li ber êrîşên dewleta Tirk bigire ku qanûnên navnetewî binpê dike.

Back to top button