GAZA “AMMONIUM” KU LI TIRKIYÊ HATIYE ÇÊKIRIN LI HECÎNÊ HAT DÎTIN

Maskeya Dewleta Tirk a piştgiriya bi komên çete re, parçeparçe dibe.

Tevî hemû belgeyan, herî dawî Navenda Ragihandina YPG’ê, dîmenên gaza Emoniyom ku li Tirkiyê hatiye çêkirin, li Hecînê dîtin.

Gaza Emoniyom jî xwedî bandorên neyînî li ser mirovan e û gelek ziyanan ji bêhinkirina wê dibînin.

Piştgiriya Dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re êdî nema tê veşartin.

Her roj belgeyên nû derdikevin.

Herî dawî di dema operasyona paqijkirina şervanên QSD’ê ji Hecîna Dêra Zorê re, gaza “Emoniyom” hat dîtin.

Navenda Ragihandina YPG’ê dîmenên cereyên vê gazê parve kir.

Di dîmen de eşkere dibe ku, ev gaz li TIrkiyê hatiye çêkirin û derbasî herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê hatiye kirin

Madeya “Emoniyom” yek ji madeyên ku çek pê tên çêkirin û xwedî bandoreke neyînî ji bo mirovan e.

Ji bandorên wê.

Şewitandina Çav, qirik û poz e.

Di heman demê de bandorê li ser Kurçikan jî dike.

Sala 2016’an piştî kontrolkirina Mûsilê madeya “Sorpîtol” di depoyên DAIŞ’ê hatin dîtin û sembola Şirketa “Tîryos” a Fransî li ser bû.

Ji lewre, gelek kampaniyayan bi tewana ku çekan dide DAIŞ’ê doz lê vekirin..

Lê belê Şirketê bi daxuyaniyekê ragihand ku, wê bi qasî 45 ton ji heman madeyê firotiye Tirkiyê û piştre winda bûye.

Herî dawî jî ev made li herêmên di bin dagirkireriya DAIŞ’ê hatin dîtin.

Her wiha çeteyên ku lêpirsîn bi wan re hatine kirin jî wê yekê teqez dikin ku, hemû piştgiriya xwe ya leşkerî û lojistî ji Dewleta Tirk a dagirker digirtin.

Ev yek tê wateya ku hemû komkujî û kiriyarên ku DAIŞ’ê bi serê gelê herêmê de anî, bi çekên Dewleta Tirk bûn.

Leave a Reply

Back to top button