Li Stenbolê piraniya wan endamên HDP’ê 15 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Tirkiyê Stenbolê dîsa operasyona qirkirina siyasî pêk hatin, endam û reveberên HDP’ê jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.

Îro di saetên sibê de li Stenbolê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û operasyon pêk anîn.

Di serdegirtinên li gelek navçeyan de 15 kes hatin binçavkirin.

Di nava kesên hatîn binçavkirin de endam û rêveberên bajar û navçeyan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene.

Back to top button