Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Dagirkeran îro dîsa bi çekên giran gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe îro di seetên sibê de gundên Birc Qas û Meyas yê navçeya Şêrawa topbaran kir.
Duh jî li ser rêya gundê Elî Fero ya di navbera Qamişlo û Amûdê de erebeyek hat bombebaran kirin.
Xwediyê erebeyê Artîn Şelo (27) di êrişê de ji serî û destê xwe yê çepê ve birîndar bû.
Dîsa duh saetên ber êvarê jî navendeke Meclîsa Leşkeri ya Tıl Temır hat bomberan kirin û di encamê de 4 şervan şehîd bûn.