YPJ’ê: Fermandar Soson Bîrhat dîroka şoreşa Rojava ye

Doh li Til Temir û Qamişlo artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafirên bê mirov êriş pêk anîn..
Di encamê de 4 endamên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û li Qamişlo jî yek ji fermandarên YPG’ê şehîd bûn..
YPG û YPJ’ê bi daxuyaniyên cûda herdû fermandarên şehîd Sosin Bîrhat û Rênas Roj bi bîr anîn.

19’ê Tebaxê artêşa Tirk bi balafirên şer ên bê mirov êrişî Navenda Pêwendiyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kir..

Di encamê de 4 endamên meclisê şehîd bûn..

Û di nava wan de yek ji fermandarên YPJ’ê Sosin Bîrhat bû..

Li ser bûyerê Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê de Sosin Bîrhat weke dîroka şoreşa Rojava hate pênasekirin û wiha dewam kir:

Hevrê Sosin a ji warê welatparêziyê Efrînê ye, di her kêliya jiyana xwe de ji bo doza azadiya gelê Kurd di asta pêşengiyê de têkoşiya. Ji roja pêşî ya destpêkirina şoreşa Rojava mîna fermandar cihê xwe di nava hemû pêmgavên rizgarkirinê de girt. Ew li her eniya şer bû sembola jina Kurd a berxwedêr.

Bi fedakarî û wêrekiyeke mezin li hemberî DAIŞ’ê rabû. Fermandar Sosin bi dilnizimî û kedkariya xwe bû mînaka fedekarî û lehengiyê.

YPG’ê: Fermandarê me Rênas Roj di êrîşa Qamişlo de şehîd bû

Li bajarê Qamişlo jî 19’ê Tebaxê danê nîvro artêşa Tirk li devera Elî Fero êrişek pêk anîn.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ragihand ku di encama êrişê de endamê wan Rênas Roj şehîd bûye.

Fermandariyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser kesayet û têkoşîna Rênas Roj û ev nirxandin kir:

Hevrê Rênas ku bi êeslê xwe ji Rojhilata Kurdistanê ye, bi berpirsiyariyekî dîrokî cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de girt.

Li dijî zordarî û hewldarên qirkirina gelê Kurd serî hilda û bû yek ji pêşengên têkoşînê.

Ji bo parastina destketiyên şoreşa Rojava bi rihê seferberiyê di eniyên herî pêş de cihê xwe girt.

Li dijî hovîtiya DAIŞ û dagirkeriya Tirk li her eniya şer wek şervanek û fermandar barê herî giran hilgirte ser milê xwe.

Hevrê Rênas bi zindîbûn û wêrekiya xwe bû yek ji şoreşgerên herî çalak.

Em di şexsê fermandar Rênas de, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata wî ya hêja û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em li hember her cure êrişên dijmin soza xwe ya tolhildanê dubare dikin.

Back to top button