Ji bo piştgiriya bi Şengalê re li navçeya Ehresê konê çalakiyê hat vedan

Nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin.
Yekitiya Êzidiyên Efrînê ji bo piştgiriya bi Şengaliyan re konê çalakiyê li navçeya Ehresê vegirt.
Jinên Dêra Zorê jî bi meşekê banga rawestandina êrişên dewleta Tirk kirin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirin êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê dewam dikin.

Yekitiya Êzidiyên Efrînê bi vê armancê û ji bo piştgirîya xelkê Şengalê konê çalakiyê veda.

Konê çalakiyê li navçeya Ehres a kantona Şehbayê hate vedan.

Bi dehan şênî, endam û rêveberên meclisa bajarokê Fafînê û endamên yekitiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Endamê Meclisa Bajarokê Fafînê yê navçeya Ehdasê Îdrîs Şêxo axivî û sûc û êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kir.

Îdrîs Şêxo bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî dijminan bibin yek.

Tê payîn ku konê çalakiyê 3 rojan vekirî bimîne.

Jinên Dêra Zorê li dijî êrişan meşiyan

Bi heman armancê jinên kampa Ebû Xeşeb a li Dêrazorê jî daketin qadan ê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Meş li kampê geriya û paşê veguherî mêtîngê.

Di mîtîngê de li ser navê Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Dêrazorê Şehrezad Casim axivî.

Şehrezad êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîl û navendên tenduristiyê yên Şengalê şermezar kir û ,dewleta Tirk bi sûc û êrîşên xwe qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Bang li rêxistin û civata navneteweyî hate kirin ku helwestê nîşan bidin.

Back to top button