Li gundewarê Idlibê di êrişa hikumta Şamê de 9 sivîl hatin kuştin

Li Idlibê şer û pevçûnên di nava hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji ber topbaran hêzên hikumeta Şamê li ser gundê Idlibê 9 sivîl hatin kuştin.
Balafirên şer ên Rûsyayê jî li dijî deverên çeteyan êrîş pêk anîn. Îsraîlê jî cihên leşkerî yên Hizbullahê yên li Şamê bombebaran kir.

Şer û alozîya li Idlibê ya dagirkirî dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê -SOHR, ragihand di encama bombebarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser bajarokê Kensefra ji heman malbatê 4 zarok hatin kuştin.

SOHR`ê ragihand di 24 saetên dawiyê de hejmara qurbaniyan yek jê jin û 8 zarok, gihaştiye 9 kesan.

Hêzên hikumeta Şamê duh bi topên “Krasnopol” ên rûsî malên sivîlan ên li gundê Belşûn ê cebel Zawiyê yê başûrê Idlibê, topbaran kiribûn, 4 kes hatibûn kuştin û 3 ji birîndar bûbûn.

Balafirên Rûsyayê deverên çeteyan yên li Idlibê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê jî li dijî deverên çeteyan ên li Idlibê 6 êriş pêk anîn.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê, ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê îro jî nuqteyên çeteyan ên li herêma Eyn Şêb a Idlibê bomebaran kirin.

SOHR: Îsraîlê êriş bir ser deverên Hizbullahê yên li Şamê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku duh bi şev Îsraîlê cih û deverên Hizbullahê yên li Şamê kirine hedef.

Hat diyar kirin bi pergala parastinê ya li Qasiyon û çiyayê El-Mania û Lîwaya 91 bersiva êrîşan hatiye dayîn.

Back to top button