Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt dewam dike

Berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de ne ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo bi biryardariyeke xurt dewam dike. Di rapora ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve li ser binpêkirina mafan ên li girtîgehan hatin amadekirin de, hat destnîşan kirin ku li girtiyan tê xistin û lêgerîna tazî li wan tê ferz kirin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi koma 49’emîn di roja 267’emîn de didome.

Çalakiya piştevaniyê li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr kete roja 246’an.

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî çalakiya xwedîderketinê 229 roj li pey xwe hiştin.

Li girtiyan dixin û lêgerîna tazî ferz dikin

Komeleya Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxarên Çukurova, OHD’ê û ÎHD’ê ya Mêrsînê, 18’ê Tebaxê hevdîtin bi çend girtiyan kir û derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, raporek amade kir.

Di raporê de hate diyar kirin ku girtî di ketina girtîgehê de, rastî ferzkirina lêgerîna tazî tên, ji ber ku girtî lêgerîna tazî qebûl nakin, ji aliyê gardiyenan ve rastî lêdanê tên..

Her wiha ji ber ku girtiyan pêkanînên xwe ferzkirinê qebûl nekirin, derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.

Her wiha hat gotin:

Gardiyan piştî hevdîtina girtiyan a 17 Tebaxê ji bo rapora lêdanê bigirin, ji odeyan derdixin û lê didin.

Parêzeran diyar kirin ku dema hevdîtinê hîna şopa lêdanê li ser canê girtiyan xuya dikir.

Di dawiya raporê de hat zanîn ku, li Girtîgeha Turkoglû, lêpirsîna dîsîplînê li girtiyên ketin greva birçîbûnê hat vekirin û di encama vê lêpirsînê de ceza li girtiyan hat birîn.

Back to top button