2 zarok di bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê de xeniqîn

Belê temaşevanê hêja beriya niha nûçeyeke xemgîn li ser ajansa anhayê hate parvekirin ku, du zarok ku di ava bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê de avjenî dikirin, xeniqîn.

Zaroka bi navê Meha Ebdulxanî Esaf ya 17 salî û Emanî Xalid El-Hesen ya 15 salî dema ku di ava bendava Mizgefê ya navçeya Tirbespiyê de avjenî dikirin xeniqîn.

Her du zarok rakirin nexweşxaneya Heyva Sora Kurd a li navçeyê.

Li gorî çavkaniyên Heyva Sor a Kurd sedema xeniqandina her du zarokan ew ku piştî xwarin xwarine yekser avjenî kirine.

Di encamê de bandor li bedena wan kir lewma xeniqîn.

Back to top button