Artêşa dagirker gundên Til Şenan, Um El-Kêf û derdara yên Til Temir topbaran kirin

Artêşa Tirkî ya dagirker dûh êvarê bi çekên giran gundê Til Şenan ê asûriyan topbaran kir.

Der barê ziyanan de, heya niha ti agahiyên piştast bi dest nektine.

Berî wê jî, di êrîşa li ser nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Um El-Kêfê de, leşkerek birîndar bû.

Ew birîndar ji bo nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê hat rakirin.

Jixwe berî êrîşa li ser Um El-Kêfê, dagirker û çeteyan gundê Derdarayê jî bi çekên giran topbaran kir.

Der barê êrîşê de, ti agahî nehate bi dest xistin.

Back to top button