Şêniyên Girkê Legê û Tirbesipêyê êrîş şermezar kirin

Şêniyên navçeya Girê Legê êrişên dewleta Tirk li ser Şengal, Til Temir û Zirganê bi meşekê şermezar kirin.

Li navçeya Girê Legê meş ji qada Şehîd Xebat ber konê sersaxiyê yê şehîd Egîd Girkê Legê dest pê kir.

Têkildarî êrîşan, Hevserokê Meclisa PYD’ê ya Girkê Legê diyar kir ku êrişên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lihevkirina hikumeta Iraqê û erêkirina Rûsyayê pêk hatin.

Bi heman armancê li navçeya Tirbespiyê jî di pêşengtiya ciwanan de meşek pêk hat.

Meşa Tirbespiyê ji pêşiya navenda ciwanan a rojavayê navçeyêê dest pê kir.

Meş li nava sûka navendî veguherî mîtîngê.

Piştî axaftinan ciwanên Tirbespiyê li dijî êrîşan seferberiya giştî ragihandin.

Şêniyan bi daxuyaniyekê helwestên xwe anîn ziman û tê de wiha gotin:

”Bêdebgiya Civaka navnetewî li himber êrîşên dewleta Tirk ya dagierker em şermezar dikin.”

Back to top button