Aldar Xelîl: Tişta li Til Temirê diqewime qirkirineke ku Tirkiyê serkêşiya wê dike

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl dazanîn ku êrîşên li Til Temir û Xabûrê de jî careke din xuyabû ku polîtîkayên qirkirina kurdan ku bi destê DAIŞ’ê neçû serî niha dixwazin bi destê Tirkî bibin serî.

Aldar Xelîl têkildarî êrişên dweleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên Til Temirê tîwîttek parve kir .

Aldar Xelîl di tiwîtta xwe de got:

“Ya ku li herêmên Til Temir û Xabûrê diqewimin qirkirineke ku Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe serkêşiya wê dike, her wiha berdewama komkujiyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an ên li ser Xabûrê ne.

Divê civata navnetweeyî li hemberî vî bajarokê ku Asûr, Kurd û Ereb bi hev re bi hezkirin û aştî dijîn, bêdeng nemîne.”

Back to top button