Piştî têkçûna guftûgoyan.. Hikûmeta Şamê xwe ji operasyonekê re amade dike

Hikûmeta Şamê hêzeke mezin ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî şandiye Der’ayê.

Li gor ajansa Almanî “DW” DOÇE WELÎ hikûmetê duh, piştî binkeftina guftûgoyan, hêzeke mezin şande Derayê, da operasyonekê li taxên parêzgehê pêk bîne.

Çekdarên li Derayê jî ji aliyê xwe soza nîşandana bersivê didin, eger operasyon pêk were.

Ajansa Almanî got ku nûnerên Derayê binêt in aştiyane bigihêjin lihevkirinekê, lê hikûmeta Şamê rijd e ku çareya kêşeyê leşkerî be.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî teqez kir ku hikûmeta Şamê, hemwextî guftûgoyan, taxên Derayê bomeberan dikirin.

Back to top button