Joe Biden: Me heta niha 13 hezar kes ji Efxanistanê derxistine

Serokê Amerîkî Joe Biden ragihand ku wan ta niha 13 hezar kes ji Efxanistanê derxistine.

Joe Biden got ku rêkarên veguhastina vê jimarê, di dîrokê de yên herî dijwar û metirsîdar in.

Biden soz da ku hemû Amerîkiyan, her wiha Efxanên ku dixwazin derkevin, ji Efxanistanê derxe.

Bi deh hezaran kes hîna li hêviyê ne ku werin derxistin, berî bidawîbûn dema vekişîna dawî ya hêzên Amerîkî.

NATO: Divê Talîban rê bide Efxan û biyaniyan ku ji welêt derkevin

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stolenberg , piştî civîna onlaynî ya der barê Efxanistanê de, got:

“Derxistina mirovan ji Kabulê xala herî girîng e û xebitandina balafirgehê berdewam e.

Rewş hêj dijwar û nedîyar e.

Pirsgirêka sereke, gihaştina mirovan û ketina hindurê balafirgehê ye”.

Jens Stolengerg bang li Talîbanê kir ku rê bide derbasbûna tevahîya welatiyên biyanî û Efxanên ku dixwazin ji welêt derkevin.

Back to top button