Ji ber germbûnê qeşaya Çiyayê Cîlo dihele

Gerbûna cihanê êdî mirovahiyê ditirsîne li cihênê geşa dihelin, daristan dişewitin, lehî radibin, ji ber bêberpirsiyariya mirovahî berteke xwezayê li hember mirovahî zêdetir bûye.
Ji ber guhertina avhewayê û germbûna cîhanê qeşayên 20 hezar salî yên Çiyayên Cîlo yê Bajarê Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê dihele.
Yekem car li ser qeşayên Grolandê baran barî, geşayên grolandê jî dihelin.


Li Bakurê Kurdistanê Ciyayê Cîlo yê ku li bajarê Colemêrgê ku 20 hezar sale bi qeşayên xwe tê nasîn dihele.

Komek mamosteyên zanîngeha Wanê li ser helandina qeşayên Çiyayê Cîlo lêkolînek pêk anîn. Ev lêkolîna li ser zêdebûna helandina ji aliyê ekîba BBC ve hate şopandin.

Şopîneran diyar kirin ku çiyayê Cîlo ji berfê hersal berhemê xwe digre û nêzî havînê heta astekî dihelê. Lê vê carê helandina qeşayên cîlo zêdetir bûye.

Endamê Desteya Perwerdê ya Zanîngeha Wanê Onur Şatir derbarê mijarê ji BBC re axîvî.

Şatir diyar kir ku helandina qeşayên Çiyayên Cîlo ji ber germbûna Cîhanê zêtetir bûye.

Êdî xweza ji mirovahî re eşkere dibêje ku hin tişt şaşin. Helandina qeşayên Çiyayê Cîlo ji bo me şiyariyeke, xweza bi awayekî eşker bertek dide.

Êdî dema girtina tedbîrên pêwîst hatiye, ger em tedbîrên pêwîst negrin wê xweza me ceza bike.”

dimen biherikine 20 saniye

Li ser qeşaya grolandê yekem car baran barî

Ji aliyek dîn bandora germbûna cîhanê li ser qeşayên Grolandê jî xuya kir.

Navenda Lêkolînên Netewwî ya Amerîkayê ya li ser daneyên Qeşa Berf ragihand ku 15’ê Tebaxê li Gorlandê di bilindahiya 3 hezar 216 metrê de yekem car baran barî.

Navendê da zanîn ku ji ber gûhertina ku germahiya cîhanê helandinek mezin di qeşayên Grolandê de jî rû dide.

Back to top button