Sozdar Avesta: Dixwazin Şengalê dagir bikin, lewra pêşengên wê dikin armanc

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê de got:
Bêdengiya Hikûmeta Iraq û başûrê Kurdistanê hevkarê komkujiyê nîşan dide.
Pêwîste PDK’ê dev ji vê polîtîkaya xayintiyê ya li ser Şengalê berde û gelê Êzidî neke armanc. 

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser Şengalê, şehîdkirina fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê de nirxandin kir.

Sozdar Avesta destnîşan kir ji bo ku Şengaliyan ji warê wan derxin û nehêlin ew vegerin, êrîşan pêk tînin û pêşengên wan dikin armanc.

Sozdar Şehîd Seîd bi bîr anî û anî ziman ku Heval Seîd 2014’an dema ku êrîş li ser Êzîdî dest pê kir, li gel 12 gerîlayên HPG’ê ku berê xwe dane Şengalê mil bi mil têkoşiyaye. Wî li gel van êrîşan rojekê jî gav paşde neavêtiye. Heta roja ku şehîd jî bûyî hemû peywirên ku ketî ser milê wî bi layiqî bi cih anî.

Sozdar Avesta: Hikumeta Iraqê di ber êrîşê  de berpirsyar e

Sozdar Avesta diyar kir ku ger îro Êzidî li Şengalê dikarin têkoşîna demokrasî, azadî û jiyana hevpar bidin ev bi saya keda heval Seîd û şehîdan e.

Avesta got:

Ev êrîş bi taybetî peyamek ji bo Iraqê û serweriya Iraqê ye. Cara pêşî bû ku Serokwezîrê Iraqê dixwest ku serdana Şengalê bike. Heval Seîd jî ji bo vê serdanê hatibû vexwendin. Derbarê êrîşê de jî rayedarekî Iraqî ti daxuyanî nedan. Gelê Êzîdî helbet wê vê qebûl neke.

Sozdar Avesta: Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê, Iraq û Amerîka hevkariya wan nîşan dide

Sozdar Avesta destnîşan kir ku divê rayedarên Iraqî yên destê wan di komkujiyê de hebûn werin eşkerekirin, hikûmeta Iraqê vê bibîne û nebe hevkarê komkujiya li ser gelê Êzîdî.

Sozdar her wiha bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê û DYA’ê bi hevkariya komkujiyê bi nav kir.

Sozdar Avesta: Bila êdî PDK dev ji xiyanetê berde

Sozdar Avesta her wiha got:

Armanca Erdogan Şengalê vala bike, Telefer, Mûsil û Kerkûkê dagir bike. Bi salan e rêxistiniya vê dike û PDK’ê bi kar tîne, lewra divê PDK’ê dev ji vê polîtîkaya xayintiyê ya li ser Şengalê berde û gelê Êzidî neke armanc.

Li gel vê Sozdar Avesta, nîşandana nexweşxweneyeke sivîlan weke biryargeha PKK’ê bêexlaqî û bêşerefiyeke mezin pênase kir.

Sozdar Avesta: Emê tola şehîdên xwe hilînin, têkoşîna wan jî bidomînin

Sozdar herî dawî teqez kir ku ewê tola şehîdên xwe hilînin, têkoşîna ku dane bibin serî û got:

Bila serê gelê me û serê Rêber Apo sax be, em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û bi teqezî bi ser bikevin.

Back to top button