Aloziya Efxanistanê û rewşa navalny mijrên hevdîtinê bûn

Ji bo serdaneke fermî, doh serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li Mosko ji aliyê serok-dewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hat pêşwazîkirin.
Aloziya li Afganîstan û rewşa siyasetvanê muxalif ê girtî Aleksy Navalny rojevên herdû lîderan bû.

Hevdîtina Merkel û Pûtîn li Qesra Kremlîn pêk hat.

Piştî danûstandinên 3 saetan herdû lîder civîna çapemeniyê lidarxistin.

Serokwezîra Alman diyar kir ku kontrolkirina Afganîstan ji aliyê Talîbanê ve rê li ber encameke xerab vekir.

Merkel ji serokê Rûsyayê xwest zextê li Talîbanê bike da ku rê li pêşiya derketina sivîlan vekin û wiha got:

Bi şertê Talîban rê bide derketina gel, ew ê di mijara alîkariyên mirovî de tevî rêxistinên Neteweyên Yekbûyî kar bikin.

Serokwezîra Alman di axaftina xwe de bi bîr xist ku tevî biryara Dadgeha Ewrûpayê jî heta niha siyasetvanê muxalif Aleksy Navalny nehatiye berdin û di vî warî de rexne li Pûtîn kir.

Serokê Rûsyayê Pûtîn jî ji encama li Afganîstanê derketî holê, Amerîka û hevkarên wê berpirsiyar nîşan da.

Li ser rewşa Navalny jî Pûtîn ev bersiv da:

Ew kesê behsa wî tê kirin ne ji ber xebatên siyasî girtî ye. Ew sûcdar e. Mafê ti hêzê tine ye ku destwerde qanûnên welatê me.

Back to top button