Kuştiyên dewleta Tirk zêde dibin cerdevan jî çekê datînin

Berxwedana ku gerîlayên azadiyê ji 23’yê Nîsanê ve li dijî êrîşên li ser başûrê Kurdistnanê nîşan didin artêşa Tirk a dagirker tarûmar kiriye.
Ji ber kuştiyên zêde yên artêşa Tirk 200 cerdevanên ku tevlî êrîşa li ser herêma Metînayê jî hatibûn kirin, çek danîn.

Bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê ji bo artêşa Tirk, roj, bi roj giran dibe.

Di nava çar mehan de, heta niha bi sedan leşkerên Tirk, li hember berxwedana dîrokî ya gerîlayan hatine kuştin.

Artêşa Tirk tevî hemû teknîk û çekên kîmyewî, ku li dijî gerîlayan bikartîne lê dîsa jî tarûmar bûye.

Dewleta Tirk ji destpêka êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê de, cerdevanên ji bakurê Kurdistanê, çeteyên li Sûriyê û hêzên bi ser PDK’ê bi awayekî çalak bikartîne.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku xwe dispêre çavkaniyên herêmî, piştî şerê ku 17’ê Tebaxê û şûnde dijwar bûne artêşa Tirk gelek windahî dane û xwestine cerdevanan bişînin şer.

Hat diyar kirin, li navend û navçeyên Qilaban, Elkê û Hezexê yên Şirnexê, cerdevan hatine kom kirin û ji bo li dijî gerîla şer bikin hatine şandin.

Hat gotin piştî şerê 17’ê Tebaxê, ku artêşa Tirk gelek windahî dan, zêdeyî 200 cerdevanan çekên xwe danîne û îstifa kirine.

Back to top button