Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268’an de dewam dike

Berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin di roja 268’an de dewam dike. Xizma Silêman Benzer yê girtî, Gulten Benzer anî ziman ku Silêman di bin tecrîdê de ye, her tim cezayê disiplînê didin wî û hemû mafên wî tên binpêkirin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, bi koma 49’emîn di roja 268’an de li ber xwe didin.

Çalakiya li Mexmûrê jî di roja 247’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê jî di roja 247’an de ye.

Li Yewnanistanê çalakiya grevê 230 roj li pey xwe hişt

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî 230 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

”Ev meheke me dengê xizmên xwe yên girtî nebihistiye”

Girtiyê bi navê Suleyman Benzer cezayê meubeta giran girtiye û ji 2018’an heta niha li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê di hucra yek kesî de tê girtin.

Suleyman di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re binpêkirinên mafan anî ziman.

Jinapa wî Gulten Benzer binpêkirinên mafan yê ku Suleyman pê re tê rû hev vegot.

Gulten an îziman ku Suleyman 11 sal in girtiye, ji 2018’an heta niha di hucra yek kesî de ye û tecrîd jî li ser tê meşandin û got:

Em wek malbata wî bi rêk û pêk agahî jê nagirin û ji 15 rojan carekê bi telefonê dengê wî dibihizîn.

Ev meheke em ji Suleyman agahî nagirin û her tim cezayên dîsîplînê didênê û mafên wî tên binpêkirin.

Tecrîdeke giran li ser Suleyman dimeşînin û hemû daxwaznameyên me bê bersiv man.

Gulten di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê Suleyman bibin cem hevalê wî, em ji bo vê li edeletê digerin.

Back to top button