Nivîskar Elizabeth Flock: Fermandar Sosin Jineke bihêz bû

Rojnamevan, derhênera sînema û parêzvana mafê jinan, Elîzabet Flok têkildarî şehdeta fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat nêrînên xwe parve kirin..Elîzabet a Sosin Bîrhat ji nêz ve nas dike wê weke jina bihêz pênase dike û dibêje, Dibe ku kuştina wê nebû maşeta dezgehên ragihandinê, lê ew jineke bihêz bû. Pirsa ku niha li benda bersivdayînê ev e: Gelo dibe ku dewleta Tirk ji aloziya li Afganîstanê sûd wergirtibe û li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrişan pêk tîne..

19’ê Tîrmehê îsa di roja salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, nivîskar û derhênera sînemayê Elîzabet Flok bi ser navê;

Niha armanceke min heye.

Ji ber çi jinên Kurd rêya şer hildibijêrin.

Nivîsek ji bo rojnameya Ingilîz The Guardîanê amade kiribû..

Flok a di nivîsa xwe de bal kişandibû ser berxwedan jinên Kurd li dijî DAIŞ’ê gelek mînak û çîrokên jinên herêmê yên beşdarî nava refên YPJ’ê bûne parve kiribû..

Di nivîsê de Elîzabet Flock hevpeyvîneke berferh li gel Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat kiribû..

Piştî 19’ê Tebaxê ya li Til Temirê ku di encamê de Sosin Bîrhat tevî 3 hevalên xwe şehîd bibû, Elîzabet Flok li ser hesabê xwe ê tevna civakî ew careke din bi bîr anî.

Flok bi van gotinan dest bi nivîsê kiriye:

Yek ji gelek çîrokên ki nebû rojeva nûçeyan. Li Bakur û Rojhilatê Sûrî di encama êrişa artêşa Tirk de yek ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane Fermandar Sosin jî heye.

Min meha Gulanê li gel wê hevpeyvîneke pêk anîbû.

Dibe ku biçûk xuya dike, lê ew jineke bihêz bû.

Dema min jê re got, ez amadekariya fîlmek têkoşîna xweparastinê YPJ û jinan dikim, xwest ez demekê wan ji nêz ve bişopînim da ku rastiyê bibînim.

Behsa wê yekê kir li fîlmeke Fransî jinên YPJ’ê şaş pênase dike û wiha got:

Di fîlm de tê îdîakirin ku şervanên me êşkence li DAIŞ’iyan kirine. Ev ne raste. Em ne alîgirê tûndiyê ne. Tenê ji bo azadiyê em çek bikar tînin.

Mîna her jinê, em jî xwedî hest in. Yanî di xwezaya me de tûndî tine ye.

Deman min pirsa tenknîka pêşketî ya artêşa Tirk jê kir, fermandar Sosin wiha got:

Her çendî zehmet be jî lê em xwedî moral û baweriyeke bihêz in. Em her gavê amade ne canê xwe feda bikin.

Em weke YPJ’ê tenê şerê pergalê dikin. Derdê me ne dewlet in. Armanca me ew e ku jin di her warî de bibe xwedî maf û bi vî awayî civak azad bibe.

Elîzabet Flock herî bi van gotinan nivîsên xwe bidawî dike:

Ez wêneyeke din a Fermandar Sosin parve dikim.

Li vir pirsa ku niha li benda bersivdayînê ev e:

Gelo dibe ku dewleta Tirk ji aloziya li Afganîstanê sûd wergirtibe û li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrişan pêk tîne?

Back to top button