HRE: Di navbera 14 û 19’ê Tebaxê de 8 dagirker hatin kuştin

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê di navbera 14 û 19’ê Tebaxê de li dijî hêzên dagirker rêze çalakî pêk anîn. Di encamê de 5 eskerên artêşa Tirk û 3 çeteyên wê hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê, bi daxuyaniyekê encama çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi raya giştî re parve kir..

Hêzên Rizgariyê ragihand ku, şervanên wan li gelek deveran darbên giran li dagirkeran dane û ev agahî dan:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, demên dawîn êrişên xwe li ser herêmê zêde kirin.

Li hember êrişan, di çarçoveya mafê xweparastina rewa de, di navbera rojên 14 û 19’ê Tebaxê de çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin.

Roja 14’ê Tebaxê, li bajaroka Marê, di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Heman rojê, li gundê Kil Cibrîn, yê girêdayî Ezazê çeteyek hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Roja 15’ê Tebaxê, li gundê Keferxuşê yê Ezazê, hêzên me li dijî baregeheke artêşa Tirk, bi çekên giran çalakiyek li dar xistin.

Li vir hemjara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

16’ê Tebaxê, li navçeya Cindirêsê, di encama çalakiyeke sabotajê de çeteyek hat kuştin û motorek hat rûxandin.

19’ê Tebaxê, li gundê Gobelê ya Efrînê, li hember seyareke artêşa Tirk çalakiyek hat lidarxistin.

Di encamê de seyare hat teqandin.

Piştî çalakiyê dema dijmin cenazeyên xwe radikirin, li hember seyareyeke din jî çalakî hat lidarxistin.

Li vir 5 esker hatin kuştin.

Back to top button