Pêkahteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Pêkahteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Şengal, Til Temir, Ziragn û Gundewarên Minbicê helwest xwe nîşan didin.
Li Dêrik, Til Hemîs, Kobanî, Minbicê û Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşan çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de bêdengiya civaka navdewaltî hate şermezarkirin û banga rawestandina ûrîşan hate kirin.

Li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Şengal, Til Temir, Zirgan û Minbicê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

Li Dêrikê, bi tevlîbûna bi sedan şêniyên herêmê, meşek hate lidarxistin û êrîş hate şemezarkirin.

Di meşê de peyama bilindkirina têkoşînê ya li dijî êrîşan hate dayîn.

Şêniyên Minbicê bi meşekê êrîşên dagirkeriya Trik şermezar kir

Li Minbicê jî, Şêniyên xeta El-Muhterêq û El-Farat bi meşekê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Minbicê şermezar kirin.

Di meşê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û berdewamkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Meclisa navçeya Til Hemîs êrîşên dagirkeriyê şermezar kir

Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya bi ser Qamişlo jî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê daxuyaniyek da.

Meclisê bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin.

Meclisa navçeya Şêran a Kobanê bêdengiya civaka navnetewî şermezar kir

Meclisa navçeya Şêran a kantona Kobanê jî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bêdengiya Neteweyên Yekbuyî û Rûsyayê, şermezar kir û da zanîn ku bêdengiya Hikûmeta Iraq û Şamê li hemberî êrişên dewleta Tirk nîşan didin ku ew jî hevkarên komkujiyan in.

Meclisê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Koçbrên Efrînê banga rawestandina terora dewleta Tirk kir

Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Efrînê û koçberên Efrînê yên li Kampa Serdemê jî bi daxuyaniyekê komkujiyên çeteyên artêşa Tirk a dagirker û DAIŞ’ê yên li dijî Rojava û Şengalê şermezar kirin.

Koçberên Efrînê bal kişandin li ser sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên Efrînê û bang li rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku sînorekî ji terora çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ`ê re deynin.

Back to top button