Tirkiye Yûsif 40 sal in du firoşgehan bi rê ve dibe

Jina bi navê Tirkiya Yûsif a 65 salî, bi keda destên xwe du firoşgeh vekirin e û wan bi rê ve dibe. Tirkiya diyar kir ku ev 40 salin bi keda destên xwe debara jiyana xwe dike.

Ji dîrokê bigire heta roja îro jin xwedî mîrateyeke berxwedanê ye.

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek derfetên mezin di aliyê aborî de li pêşiya jinê vebû.

Her wiha jina ku di dema rejîma Baasê de nedikarî cihê xwe di nav karan de bigire, îro pêşengtiya her karê dikin.

Gelek jin hene ku li mala xwe xwedî aboriyek ser bi xwe ne.

Ji wan jî jina bi navê Tirkiya Yûsif a 65 saliye ya ji bajarê Qamişlo ye ku ev 40 salan du fireşgehon bi rê ve dibe.

Di firoşgeha Tirkiya de şînkahî, fêkî û alavên pêwist ên malan tê firotin.

Tirkiya li ser jiyan û keda ku ew 40 salan bi rê ve dibe nêrîna xwe anîn ziman

Tirkiya bal kişand li ser keda xwe di avakirina firoşgehê de

Tirkiya Yûsif her dawî diyar kir ku temenê wê li pêşiya karî wê tucaran nabe asteng.

 

Back to top button