Meclisa Ciwanan a bajarokê Hecînê ya Dêrazorê pêşengeheke wêneyên rêber Apo, vekir.
Pêşengeh li hola civînan a Meclisa Ciwanan hat vekirin.
Pêşengeh ji aliyê dayika şehîd Emîr El-Mixlif ve hat vekirin.
Di vekirina pêşengehê de hejmareke zêde endamên meclisên sivîl, herêmî, leşkerî, meclisa malbatên şehîdan, Mala Jinan û Partiya Sûriya Pêşerojê amade bûn.
Her wiha der barê têkoşîna rêber Apo de semînerek hat dayîn.
Di semînerê de behsa Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an a li dijî rêber Apo û tecrîdê hat kirin.
Pêşangeh wê heta dawiya vê hefteyê dewam bike.