Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe îro dîsa gundên Girê Spî, Bab û Şera ya Efrînê topbaran kirin.
Arteşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi çekên giran gundên Malikiye, Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.
Dagirkeran êrişî gundên Girê Spî û Babê kirin
Dagirkeran piştî nîvro jî gundê Kor Hesen ê Girê spî û gundên Cib El-Hemra û El-Bohîc ên rojhilatê Babê topbaran kirin.
Dagirkeran duh êvarê jî bi çekên giran gundê Til Şenan ê Asûriyan ê Til Temirê topbaran kir.