Li rojhilatê Kurdistanê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo yek ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj yê ku li Qamişlo di êrîşa balafireke bê mirov a dewleta Tirk de şehîd bû, li Rojhilatê Kurdistanê konê sersaxiyê hate vedan.
Bavê şehîd Rênas, Seîd Şehabî got, ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin.

Duh Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî êrîşa balafira bê mirov ya dewleta Tirk ser rêya Qamişlo-Hesekê (Elî Fero)daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG’ê ragihand ku di êrîşê de yek ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj şehîd bûye.

YPG’ê di şexsê fermandar şehîd Rênas de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û li hember her cure êrîşên dijmin soza xwe ya tolhildanê dubare kir.

Ji bo fermandar şehîd Rênas li bajarokê Tîleko ya ser bi bajarê Seqiz ya Rojhilatê Kurdistanê konê sersaxiyê hate vedan.

Xizm, dost û xelkê herêmê bi girseyî serdana konê sersaxiyê dikin.

Bavê şehîd Rênas bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin

Bavê şehîd Rênas, Seîd Şehabî ji Rojnews re axivî û got ku ew bi şehadeta kurê xwe û hemû şehîdên gelê Kurd serbilind e.

Seîd Şehabî bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û xizmeta dijmin nekin.

Back to top button