Aram Hena: Em ê li dijî êrîşan mafê xwe yê parastina rewa bikarbînin

Berdevkê QSD’ê Aram Hena got ew li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bê deng namînin û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan bidin.

Berdevkê QSD’ê Aram Hena li ser hesabê xwe yê facebook daxuyaniyek da ê diyar kir her ku êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê zêde dibin vîn û îsrara wan ya berxwedanê xurt dibe.

Hena da zanîn ku armanc ji van êrîşan şikandina vîna gelê herêmê ne.

Hena eşkere kir ku ew di çarçoveya parastina rewa de û li gorî peymanên navneteweyî bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didin.

Aram Hena sersaxî ji malbatên şehîdên ku di encama êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bûne xwest û soza şopandina riya şehîdan û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Her wiha Berdevkê QSD’ê Aram Hena bang li gelê herêmê kir ku ji propogendayên derew ên ji aliyê dijmin ve bi armanca derxistina tevlihevîyê tên kirin dûr bikevin.

Back to top button