MSD’ê duyemîn komxebata bi rewşenbîran re li bajarê Dêrikê li dar xist

​​​​​​Meclsia Sûriya Demokratîk MSD’ê bi armanca pêşxistina rola rewşenbîran di Rêvberiya Xweser de û ji bo çareseriya aloziya Sûrîyê komxebata duyemîn ya bi navê ‘ Rewşenbîr û asoyên çareseriyê li Sûriyê’ li bajarê Dêrikê bi tevlîbûna bi sedan rewşenbîran li dar xist.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, bi armanca pêşxistin û çalakkirina rola rewşenbîran di rêveberiyê de û girtina nerîna wan ji bo dîtina çareseriya aloziya Sûrî, rêzekomxebatan bi rewşenbîran re li dar dixe.

Îro MSD’ê li Dêrikê, bi beşdarbûna bi sedan rewşenbîran û bi tevlêbûna seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed, komxebatek li dar xist.

Endamê Desteya Serokatiya MSD’Ê Dahûd Xelef geşedanên siyasî li herêmê nirxand û diyar kir ku tu asoyên çareseriyê li Sûriyê xuya nakin.

Dahud da zanîn ger gelê Sûrî bi xwe hewldanan nekin, dê aloziya Sûrî çareser nebe.

Xelef destnîşan kir ku MSD ji bo derketina nerîn û helwesteke Sûrî yekbûyî dixebite.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed jî di komxebatê de axivî û mijara lidarxisitna hilbijartinan li Bakur û rojhilatê Sûriyê nirxand.

Ilham Ehmed diyar kir ku gelek welatên derve piştgirî didin hilbijartin û hevpeymana Civakî a Rêveberiya Xweser.

Ilham got,

“Dibe ku hilbijartin bi pêşengiya navdewletî çêbibe. Ger ev yek pêk were dê ji bo Rêveberiya Xweser û MSD’ê gaveke pir girîng e û dibe ku rê li pêşiya naskirina Rêveberiya Xweser veke.”

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Edîb Elî jî bang li rewşenbîran kir ku bi rola xwe rabin û destekê bidin Rêveberiya Xweser.

Back to top button