Li Şengalê bi hezaran kes daketin qadan û peyama berxwedanê dan
August 21, 2021
13
Îro li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li Şengalê bi hezaran kes daketin qadan. Meşa ku ji aliyê Meclisa Xweseriya Şengalê ve hat birêxistinkirin, peyama berxwedana li dijî êrîşan hat dayîn û banga xwedîderketina li Şengalê hate kirin.