Li Silêmaniyê Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes bi merasîmek hat bîranîn

Li Silêmaniyê Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di heştemîn salvegera wefata xwe de bi merasîmek hat bîranîn.

Merasîma bîranînê li salona Otel Ramada ya Silêmaniyê hat li darxistin.

Merasîma ku ji aliyê Komeleya Perwerdê ya Margêt ve hatibû organîzekirin, gelek hunermend, berpirs û welatî têde amadebûn.

Waliyê Silêmaniyê Dr.Heval Ebubekir axivî û da zanîn ku hêviya helbestvan Şêrgo Bêkes ew bû ku ji bo mirovahî û Kurdan aştî û aramî pêkwere.

Piştre li ser navê Yekitiya Nivîskaran peyamek ji aliyê Helbestvan Kejal Ehmedî ve hat xwendin. Daxwaz hat kirin ku roja wefata Şêrko Bêkes wek ‘Roja Şêrko’ were bi navkirin.

Her wiha belgefilmek li ser jiyan û berhemên Şêrko Bêkes hat nîşandan.

Di dawiyê de jî du pirtûk hatin belavkirin.

Back to top button