Bavê Fermandarê YPG’ê Rênas Roj: Divê em xizmeta dijminê xwe nekin bibin yek

Bavê Fermandarê YPG’ê Rênas Roj dibêje “Ez bi şehadeta kurê xwe û hemû şehîdên gelê Kurd, serbilind im û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.

19’ê Tebaxê, di encama êrişa balafireke dewleta Tirk de li ser rêya Elî Fero, yek ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj hat şehîdxistin.

Bavê şehîd Rênas, Seîd Şehabî bi rêya ajansa Rojnews’ê, peyam da û anî ziman “Şehîd Rênas kurê gel û niştimaniyê bû, em pê serbilind in. Ez bavê du şehîdan im. Êm ê ticarî neyên tinekirin.”

Bavê Fermandarê YPG’ê Rênas Roj bang li gelê Kurd kir ku bibin yek dest bidin destê hev û Xizmeta dijmin nekin.

Back to top button