Balafirên Îsraîlê şevê din li bajarê Xezayê dan

Doh li herêma sînor a Xezayê ji ber pevçûna di navbera Filistînî û hêzên Îsraîlê de 41 kes birîndar bûn.
Îsraîl îdîa kir ku alozî bi zanebûn ji aliyê Hamasê ve hatiye derxistin.

Bi rasthatina salvegera 52’an a şewitandina Mescid El- Eqsayê, doh li lherêma sînorê bajarê Xezayê xwepêşandan pêk hatin.

Weke her carê ji ber destwerdana hêzên Îsraîlê bi dehan kes birîndar bûn.

Rêveberiya Tel Ebîbê ragihand “hejmareke ji polîsên wan bûne armanc.”

Piştî Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz eşkere kir ku ew ê bersiva pêwîst bidin xwepêşandanan, şevê din balafirên Îsraîlê li bajarê Xezayê dan.

Îsraîlê têkikldarî êrişê daxuyaniyek da û got, Hamas bi zanebûn alozî peyda kiriye.

Bi vê yekê xwestiye aramiya li herêmê têk bibe û balafirên me di çarçoveya mafê bersivdayînê, li navendên Hamasê dan.

Back to top button