Serokwezîrê Iraqê berê xwe da Kuweytê

Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke fermî berê xwe da Kuwêtê.

Li gorî daxuyaniya serokwezirtiya Iraqê, îro danê sibê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi şandeke Iraqê re, berê xwe da Kuwêtê.

Di daxuyaniyê de tê gotin wê Kazimî bi rayedarên Kuwêtê re li ser aborî, siyasî û enerjiyê biaxive.

Hate diyarkirin ku armanca serdanê bihêzkirina peywendiyên di navbera her du welatan de ye.

Back to top button