DAILY TELEGRAPH: BÊTIRÎ 30 ZAROKÊN BRÎTANÎ LI SÛRIYÊ NE

Mijara DAIŞ’iyên Ewropî û zarokên wan hêdî hêdî dikeve rojeva medyayên Ewropî.

Ev jî dibe sedema pêkanîna zext û fişaran li ser hikûmetên Ewropî.

Rojnameya Brîtanî The Daily Telegraph raporek der barê zarokên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe Brîtanî ne weşand.

Rapora ku ji aliyê Josie Ensor ve hatiye amadekirin, dibêje ku bêtirî 30 zarokên Brîtanî di bin serweriya DAIŞ’ê de mezin bûne û niha jî di kampên penaberan li Sûriyê de ne.

Mijara DAIŞ’iyên Ewropî û zarokên wan hêdî hêdî dikeve rojeva medyayên Ewropî.

Ev jî dibe sedema pêkanîna zext û fişaran li ser hikûmetên Ewropî.

Rojnameya Brîtanî The Daily Telegraph raporek der barê zarokên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe Brîtanî ne weşand.

Rapora ku ji aliyê Josie Ensor ve hatiye amadekirin, dibêje ku bêtirî 30 zarokên Brîtanî di bin serweriya DAIŞ’ê de mezin bûne û niha jî di kampên penaberan li Sûriyê ne.

Li gorî raporê, di nava wan zarokan de 3 keç jî hene, beriya 4 salan diya wan bi xwe re biribûn Sûriyê.

Charleen Jack-Henrey pîrika wan her sê keçan e.

Piştî ku bihîst neviyên wê heya niha sax in, ji hikûmeta Brîtanyayê xwest wan vegerîne.

Charleen ji rojnameya The Daily Telegraph re wiha got:

“Ew keç li Brîtanyayê ji dayîk bûne, nasnameya wan Brîtanî ne û divê werin vegerandin.”

Li gorî The Daily Telegraph, di belgeyên kampekê de li Sûriyê navê Nicole Jack a 32 hatiye dîtin.

Her wiha li gel Nicole jî keçên wê jî hatin dîtin, navên wan jî ev in:

Ne’îme salî, Sumeya salî û Xedîce salî.

Lê hema navê kurê wê Ishaq ê 12 salî nehat dîtin.

Amadekara raporê Josie Ensor diyar kir ku di nava belgeyên kampan de navên bêtirî 30 zarokên Brîtanî hatin dîtin.

Li gorî Ensor, ji wan 30 zarokan, 12 li Brîtanyayê ji dayîk bûne.

Rojnamevan Josie Ensor dibêje ku agahiyên bi vî rengî zext û fişaran li ser hikûmeta Brîtanî giran dike da ku wan zarokan vegrînin Brîtanyayê.

Leave a Reply

Back to top button