ENKS bi derewan dixwaze dagirkeriya Tirkî li Efrînê rewa bike

Ev demeke ENKS û dewleta Tirk bang li Efrîniyan dikin dibêjin vegerin Efrînê, Efrîn aram e.
Rêverberê Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê Mustefa Ebdî diyar kir ku ENKS bi rêya rayedar û dezgehên xwe yên çapemeniyê planê dewleta Tirk pêk tîne, Efrînê weke aram nîşan dide, divê gel vê yekê bawer neke, neyên lîstikên dewleta Tirk.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo jî da zanîn ku ji ber ku sûcên şer ên dewleta Tirk û ENKS ji bo sûcên şer yên ku Efrînê pêkanînê veşêrin serî lîstokên bi vî rengî didin.

Roj bi roj rêzelîstekên dewleta Tirk û ENKS’ê li herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyê ber bi zêdebûnê ve diçin.

Tirkiyaya dagirker bi rêya xapandin û derewan vegera şêniyên Efrînê hewl dide sûcên xwe veşêrin.

Têkildarî rêzelîstokên qirêjî ku dewleta Tirk û ENKS niha dimeşînin Rêverberê Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê Mustefa Ebdî axivî.

Mistefa Ebdî got: ” Mixabin ev lîstokên qirêj niha ketin nava piratîkê. ENKS jî bi rêya rayedar û dezgehên xwe yên çapemeniyê planê dewleta Tirk pêk tîne.

Ne tenê ENKS û dewleta Tirk, hikûmeta Şamê jî bi dorpêçkirina herêmê û girtina deriyên sînorî, bi ambargoya li ser şehbayê ve, di bin çavdêriya Rusyayê de vê plana qirêj pêk tînin”

Mustefa Ebdî da zanîn ku di Tîrmeha borî de di civînekê de ku li Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin, Tê de Endamê Rêveberiya PDK-Sûriyê, endamê têkiliyên derve yê ENKS’ê û cîgirê qaşo bi navê Îtîlafa Sûriyê Ebdulhekîm Beşar îdia kir ku li Efrînê sûc nehatine kirin rewşa Efrînê aram e.

Bi vê yekê Ebdulhekîm Beşar van sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê rewa dike.

Mistefa Ebdî, balkişand ser propagandaya ku ENKS û dezgehên wê yên çapemeniyê dike û got:

“ENKS û dezgehên wê yên ragihandinê ku beşek ji Îtîlafa Sûriyê ya ku nûnertiya siyasî ya çeteyan dike û têkiliyên xwe bi Tirkiyê re hene.

Propagandeya vegera şêniyên herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, dike.”

Bekir Elo: ENKS ji bo sûcên xwe yên Efrînê veşêre serî li lîstokên qirej dide

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo jî got:

”Dewleta Tirk û ENKS gelekî tengav bûne, ji ber ku gelek rapor derketine tekez dikin ku artêşa Tirk û çeteyên wê sûc û guhertina demografîk li herêmê pêk tînin.

Lewra ev sûc ENKS’ê tengav kiriye.

ENKS ji ber vê hewil dide hin malbatên me bixapîne.”

Back to top button