Leşkerên Tirk li Dirbêsiyê li ser sînor ciwanek kuşt û yek jî birîndar kir

Leşkerên Tirk li ser Sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ciwanek kuşt û yek jî bi giranî birîndar kir.

Dema du ciwanan ji Rojava hewl didan ji aliyê sînorê li hember gundê Etşan û Dirbêsiyê re, derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, leşkerên Tirk êrîşî wan kirin.

Di encamê de Ciwanê bi navê Hemadî Ebid El-Hisên ê ji navçeya Dişîşa ya bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê bi navê Mihemed Letîf El Ezawî jî yê ji Mergedê bi giranî birîndar bû.

Artêşa Tirk ser sînorê Kobanê îşkence li 4 ciwanan kir

Her wiha 4 ciwanên ku ji bajarê Kobanê dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, leşkerên artêşa Tirk ew îşkence kirin.

Li gorî çavkaniyan, navên ciwanên ku eşkence li wan hate kirin wiha ne: Ebdulqadir Mihemed Hecî, Mihemed Mistefa Ehmed, Umer Şahîn Bikul û Mihemed Hesen Hemo ne.

Hat ragihandin her çar ciwan piştî ku rastî îşkenceyê hatin, leşkeran ew di ser dîwar re avêtin aliyê Kobanê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ji bo dermankirina wan, ew rakirin yek ji nexweşxaneyên Kobanê.

Back to top button