Amerîka: Me di hefteyekê de 17.000 kes derxistin derveyî efxanistanê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku di hefteyekê de 17 hezar kes ji Efxanistanê derxistine. Îtalya û Almanyayê diyar kir ku wan zêdeyî 3 hezar kes derxistine. Digel vê krîz û tevliheviyê, Talîbanê xwe ji avakirina hikûmeteke nû re amade dike.

Pêngava derxistina Amerîkî û welatiyan ji paytexta Efxanistanê Kabulê, hê jî bi tevliheviyê re rûbirû ye.

Pentagonê ragihand ku wan di nava hefteyekê de 17 hezar kes, di nav de 2 hezar û 500 Amerîkî hene, ji Efxanistanê derxistine.

Waşington bang li welatiyên xwe dike ku nêzî balafirgeha Kabulê nebin, ji ber tevliheviya derketî.

Berpirsê karûbarên lojistîk ê desteya erkana navendî ya hevbeş Hank Taylor da zanîn ku tevaya jimara kesên derxistî, gihaştiye 22 hezar kesî.

Îtalya û Almanyayê nêzî 3000 kes ji Kabulê veguhastin derve

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Parastinê ya Îtalî got ku di nava 5 rojan de, wan nêzî hezar welatiyên xwe û 200 Efxan ji Efxanistanê derxistin e.

Almanyayê jî diyar kir ku wan zêdeyî 2 hezar kesî ji balafirxaneya Kabulê veguhastine derveyî Efxanistanê.

Josep Borrell: Ne pêkan e heya 31’ê Tebaxê rêkarên derxistina welatiyan bi dawî bibin

Tê payîn heya 31’ê vê mehê pêngava derxistina welatî û biyaniyan bi dawî bibe.

Kordînatorê siyaseta derveyî ya YE’ê Josep Borrell da xuyakirin ku ne pêkan e Amerîka heya dema destnîşankirî bi deh hezaran Efxanan derxe.

Digel tevliheviyê heyî Talîbanê behsa avakirina hikûmetekê dike

Li gor agahiyan, digel tevlihevî û aloziya heyî, Mela Evdulxenî Birader ji Kendeharê berî daye Kabulê da ji bo avakirina hikûmeteke Talîbanî zemînê amade bike.

Putin û Erdogan li ser Efxanistan û pêşeroja wê axivîn

Hemwextî hatina bêhna avabûna hikûmeteke Efxanistanî li jêr serweriya Talîbanê, hêzên navdewletî di pêşbaziyê de ne ku cihê lingê xwe li Kabulê xweş bikin.

Serokê Rûsî Vladimir Putin û yê Tirkî Erdogan bi peywendiyeke telefonî girîngiya ewlebûna û aştbûna Efxanistanê nîqaş kir.

Her du serokan, xurtkirina hevrêziya der barê Efxanistanê de û hevkariya bazirganî, aborî û enerijiyê pev re gengeşe kirin.

Hêzên dijberî Talîbanê 3 deverên bajarê “Pençşîr”ê kontrol kirin

Her wiha hate ragihandin ku Hêzên li dijî Tevgera Talîbanên ên li bakurê Efxanistanê dibêjin wan sê bajarên li nêzîkî Geliyê Pençşîrê kontrol kirine.

Wezîrê Parastinê yê Efxanistanê yê dema Eşref Xenî vê yekê li ser hesabê xwe yê tiwîtterê piştrast kir.

Back to top button