Salih Mislim: Tiştî ku DAIŞ’ê nekarî pêk bîne, Tirkiye pêk tîne

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mislim got ku dagirkeriya Tirkî bi dijwarî êrîşî Şengalê û Rojava dike û hêzên navdewletî hemberî zêdegaviyên wê xwe ker dikin. Salih Mislim anî ziman ku parastina Şengalê, erka tevaya Kurdan e.

Dewleta Tirkî ya dagirker piştî ku Efxanistan kete jêr kontrola Tevgera Talîbanê, êrîşên xwe li dij Şengal û Rojava zêdetir kirine.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, di vê derbarê de, ji ANHAyê re axivî.

Salih Mislim got ku Tirkiyeya dagirker rijd e tiştê ku DAIŞ’ê nekarî bike, bixwe bike.

Salih Mislim: Peymana Îraq û PDK’ê domandina qirkirina Êzidiyan e

Mislim anî ziman ku peymana navbera Îraq û PDK’ê, domandina qirkirina Êzidiyan e.

Hêzên navdeweltî xwe ji êrîşên Tirkiyê ker dikin

Salih Mislim destnîşan kir ku hêzên navdewletî beramber êrîşên Tirkiyê bi taybetî, xwe bêdeng dike…

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku bêdengiya hikûmeta Îraqê hemberî êrîşên Tirkiyê, rê li ber wê vekiriye û zêdegaviyan bike.

Dagirkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrîşên xwe gur kirine…

Salih Mislim: Divê gelê Kurd li Şengalê xwedî derkeve

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mislim banga parastina Şengalê kir..

Back to top button