Li Batûfayê 2 sivîl ji ber êrişa artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dan

Dewleta Tirk a sûdê ji bêdengî û xemsariya hêzên cîhanî digre, sivîlan dikuje.
Li herêma Batûfa ya Başûrê Kurdistanê 2 sivîl dema diçûn devera seyranê, di êrişa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan.

Seyareyeke sivîl dema ji bajarê Mûsilê berê xwe dide herêma Batûfayê, bû armanca êrişa balafirên bê mirov ên artêşa Tirk..

Bûyer li herêma di navbera gundên Bankê ûê Boselê de rû da..

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane ajansa nûçeyan a Firatê, di encama êrişê de 2 sivîl şehîd bûn..

Heman çavkaniyê eşkere kir ku kesên qurbanî, Ehmed Şakir ê 40 salî û Yûsif Omar ê 26 salî ne..

Weke her carê çapemeniya girêdayî PDK’ê dîsa rastiya êrişê berovajî kir û bi vî awayî xwest tevgera artêşa Tirk weke rewa nîşan bidin..

Back to top button