QSD: Li rojhilatê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

QSD’ê bi piştgiriya hewayî ya koalisyona Navnetewî li rojhilatê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ`ê girt.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku operasyona ewlehiyê li bajarokê Cideydê Igêdat yê rojhilatê Dêrazorê hate lidarxistin.

QSD’ê da zanîn yekîneyên wan yên Taybet di vê operasyonê de endamekî şaneyeke DAIŞ`ê girt.

Hat diyar kirin vê çeteyî, çeteyên DAIŞ`ê bi qaçaxî derbasî herêmê dikirin, pere kom dikirin, çek û cebilxane ji şaneyan re peyda dikir.

Hat gotin di operasyonê de çek û alavên li ser çete hatin desteserkirin.

Beriya 3 rojan jî di operesiyoneke li Reqayê de hejmareke zêde çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatibûn girtin.

Back to top button